Jineke Êzîdî Bi Kurê Xwe Ve Ji Hovîtiya DAIŞ’ê Rizgarbûn

mehr Dokus
   

Jineke Êzîdî Bi Kurê Xwe Ve Ji Hovîtiya DAIŞ’ê Rizgarbûn
Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû germahî û pêşeçûnên xwe berdewam dike. Jina Êzîdî ya bi navê Firyal Adil Murad, bi kurê xwe ve ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûn.
Firyal bi vî awayî qala serpêhatiya xwe dike; “Ez ji herêma Tilbinat a Şengalê me, ez û kurê xwe ketin destê çeteyên Daîş’ê. Ji wir em birin Musulê, piştî wê em birin til Ehfir. Çeteyan, çend caran ez firotim hev du yek jî navê wî Ebu Xetab, ew ji kurê min re pir nebaş bû. Ez du sala li gel bûm û hertim li kurê min dixist. Yek jî pir xirab bû, hertim lê dida û nedihişt xwarin bixwe. Wî jibo peran dixwest min bifroşê mirovên min, Daîş’ pê hesiya û ew kuştin.
Firyal ji bo kiryarên çeteyên Daîş’ê li ser wan daye meşandin wiha got; “Piştî ez reviyam ez girtim, vê carê tlf û pere li gel min hemû girtin. Çend caran ez girtim û berdam. Li gel wan yekî, zîna bikira bi kevira rêcim dikirin. Bi taybet jî wê demê em hemû kom dikirin li ber çavê me bikeviran dikuştin. Dema yekî diziyek bikira, ew kes an destê wî/ê yê rastê yan jî yê çepê jêdikirin.
Firyal bi van gotinan dawî li axivitina xwe anî; “Ez bi malbatên Daîş’ê re derketim, ez gihiştim şervanan ez gelek kêyfxweş bûm, tenê daxwaza min ewe ez bigihêjim mirovên xwe.”
Avrîn Masum-Dilovan Gever/Dêrezorê

Kategorie: RTL / RTL 2

Du kannst diese HTML tags und attribute verwenden: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <s> <strike> <strong>