Kurdên êzîdî li Rûsya daxwaza çi kirin?

mehr Dokus
   

Mosko (Rûdaw)- Şandeke Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan ku ev çend roj in bi serdanekê li paytexta Rûsya Moskoyê ye, daxwaza alîkariyê ji wî welatî dike bo alîkariya Hêzên Pêşmerge û rizgarkirina Şingalê û kurdên êzîdî yên ku heta niha di destê DAIŞê de ne.

Şanda kurdên êzîdî naveroka serdana xwe bo Rûsya ji Rûdawê re eşkere kir û ragihand: “Pêwîstiya me bi piştgirî û piştevaniya Mosko heye. Hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka wek pêwîst alîkariya me nekiriye. Rûsya dikare wan êzîdiyên revandî li Reqa rizgar bike.”

Şanda Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan di çarçoveya serdana xwe de ligel hejmarek berpirsên pilebilind ên Rûsya civiya û daxwaza alîkariyê bo koçberên Şingalê yên li Herêma Kurdistanê û jenosîdnaskirina karesata ku hat serê kurdên êzîdî.

Ew şand ligel Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov civiya.

Derbarê naveroka wê civînê, Serokê Encumena Ruhanî ya Êzîdiyan Babe Şêx ji Rûdawê re ragihand: “Me gilî û gazinên xwe bo Hikûmeta Rûsya gotin û eger ew rehmekê bi halê me bikin emê memnûnê wan bin.”

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aso Burhan ji Rûdawê re ragihand: “Peyameke şanda kurdên êzîdî hebû ku dixwestin bêjin, pêdviya me bi alîkariya hemû dinyayê heye. Alîkariya darayî be, manewî be, yan jî alîkariya leşkerî be bo jinavbirina DAIŞê.”

Pirsa pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge bo girtina Şingalê jî bû mijara gotûbêjan.

Serokê Rêxistina Piştevanê û Alîkariya Gelê Kurd Kerîm Silêman ji Rûdawê re ragihand: “Me daxwaz kir ku alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve were kirin bi taybetî hêzên ku li Şingalê şer dikin.”

Endamê wê şandê, Umer Kem ji Rûdawê re ragihand: “Bi taybetî li Sûriyê pêwîstiya me bi alîkariya Rûsya heye, ku jin, zarok û keçên me ji wir rizgar bikin.”

Di nava daxwazên şanda mêvan de, vekirina odexaneyekê bo kurdên êzîdî li Mosko jî hebû û soza alîkariyê di vî warê de jî wergirtin.

Kategorie: RTL / RTL 2

Du kannst diese HTML tags und attribute verwenden: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <s> <strike> <strong>